+ All Categories
Home > Documents > JÎYAN LI ALMANYA - Leben in Deutschland · xwe dînin û çi derfetên şolê ji bo we di li...

JÎYAN LI ALMANYA - Leben in Deutschland · xwe dînin û çi derfetên şolê ji bo we di li...

Date post: 01-Sep-2018
Category:
Upload: doananh
View: 220 times
Download: 0 times
Share this document with a friend
4
Belavok ji bo beşdarên lêkolîna zanistî a penaxwazan li Almanya li 2017 an KURMANDSCHI JÎYAN LI ALMANYA
Transcript

Belavok ji bo beşdarên lêkolîna zanistî a penaxwazan li Almanya li 2017 an

KURMANDSCHI

JÎYAN LI ALMANYA

Ji kerema xwe beşdarîya lêkolîna mezin a rewşa jîyana koçberana bi navê JÎYAN LI ALMANYA bibin.

Almanya endameke ji Yekîtiya Ewropayê, ku li wê da zêdetirîn dawazên penaberîyê di salên borî de hatîye vergirtin. Rêjeya kesên ku di salên 2015 û 2016‘an da ji ber sedemên şer û pevçûnan û wergirtina penabertiya siyasî hatine Almanyayê, gellek zêde bûye. Ji ber vê yekê, Almanya bi dijwarîyên mezin ve rû bi rû ye: Di kurtedemê da, navnivîsîn, dabînkirina hewcetiyan û bicihkiri-na penaberan divê were birêxistinkirin. Di navîndemê da, pêkanîna rewşa siyasî ji bo tevlîbûna penaberan li civakê pêwîst e. Her çend koçberî bixwe, xaleke verçerxanê li jiyana yek bi yekê penaberan e. Divê piştî bazdanê bikarin bikevine nava civata Almanya yê: fêr bûna zimanekî nû, serdana îdatreyan, tevlîbûna malbatê, ketinana nava bazara şolê yan destpêkirina perwer-dehîyên pêşeyî û ya herî girîng qebûl kirina tecrûbeyên bazdanê. Her rêyek li gel rêyên dî cûda ye, ji ber vê em dixwazin bizanin ku rîya we çawa derbaz bû bû.

Penaber heta çi astekê ji pêşwazî û kiryarrên li Almanya razî ne? Çi pêşnîyazên perwerdehî li xwe dînin û çi derfetên şolê ji bo we di li Almanya da hene? Û hêvîyên we li civaka Almanya çi ne: aborî, siyasî û civakî?

Em dixwazin bi we re bersiva van pirsan û pirsên din peya bikin. Lêkolîna JÎYAN LI ALMANYA bêtir ji 30 sala ne ku rewşa jîyana li Elmanîya lêkolîn dike û bingeheke baş ji bo agahdarî yê pêk anîye. Bi vî awayî em ji we dixwazin ku bersiva çend pirsan li ser JÎYAN a xwe LI ALMANYA bidin. Tenê pê alîkarîya we, em dikarin pirsên girîng bersiv bidin li ser wan biryarê bigirin! Ji kerema xwe beşdarî ev lêkolîna zanistî bibin. Pê ew karê we hûn alîkarîyek mezin pêşkêşî goftûgoyên sîyasî li ser koçberî û tevlîbûna çandî dikin.

Îsal derdora 2000 kes ji penaxwazên ku ji sala 2013‘an va teerka welatê xwe kirine û hatine Alma-nyayê, ji bo beşdariya li hevpeyivîneke rapirsînê dê werin bijartin. Em dixwazin digel we û kesên din ên mezin ku li Almanya bi we ra dijîn, hevpeyvînê pêk bînin. Bi hev re, wêneyek li rewşa jîyana kesên ku li Almanya daxwaza penaberîyê dikin û bûne penaber, bi dest bixin.

Hûn bi rewşa helketinî hatine hilbijartin ji bo beşdarî kirina di lêkolînê de. Beşdarîya we dilx-waza ne ye, lê dikirin bifikirin ku: Eger beşek ji wêneya giştî tune be,tevahîya wêne yê pêbawerî û kêrhatîbûna xwe winda dike. Ji ber vê yekê giringe ku hûn û xizmên ku gel we dijîn, di vê rapirsînê da beşdar bin.

Kî agahîyan verdigire?

Berpirsiyarîya hevbeşa projê li ser milê Enstîtuya Lêkolîna Aborî (DIW Berîn), Enstîtuya Lê-kolîna Bazara Kar û Şolan (IAB) li Nûrnberg û Navenda Lêkolîna Îdareya Netewî ya Koçber û Penaberan (BAMF-FZ) e. Enstîtûya nasyar a rapirsînê ya Kantar Public‘ê, wê rapirsînê cih bîne.

Ew projeye niha yek ji projeyên lêkolînê yê herî bihêvî li Almanya yê ye. Agahîyên nenas ê ra-pirsîyê ji alîyê gelek komên zanistî di nav û derveyê welat da bikar dên. Nav û navnîşanên we qet nayên şandin, herwisa çi têkilîya ev rapirsîyê ligel pêvajoya penaberîya we tune ye, û çi bandor li ser tune ye, heta piştî bi dawî hatina pêvajoya penaberiyê.

Çima hûn?

Çi encam ji wê rapirsîyê de derdikevin?

Rapirsîya JÎYAN LI ALMANYA yê bo lêkolîna rewşên jîyanê di welatê me bêyî berçav girtina pêşnêrînan û li ser rêbazên zanistî, alîkarîyek mezin dike.

Bersivên we dibe bingehek bo nivîsên zanistî, ku alîyên cuda yên jîyana li Almanya lêkolîn dikin û gelek caran di raporên medyayan de tên bikaranîn û nîqaşên giştî da tên bikar anîn.

Proje ya lêkoînê JÎYAN LI ALMANYA di eyaletên Almanya Rojavayî di sala 1984 de dest pê kir. Di navberan rêkûpêk da malbatên nû di vê lêkolînê de bicîh bun daku dînamîka civakê bê weşanidin, ji ber wê JÎYAN LI ALMANYA bûye lêkolîneke demdrêj a bêhevpar, ku gelek malbat di salên dirêj da gel wan alîkarîyê dikin: bi giştî di sala 2016 nêzî 15,000 malbatan bi nifûsa nêzî 30,000 kes beşdarî ev rapirsyê bûne ku 3,000 kes bo cara 33 ya ne ku beşdar bûn e.

Di destpêkê de kesên ku ji welatên din koç vê derê kirine jî liser rewşa jîyana xwe li Almanya raya wan hatîye lêkolînê kirin. Ser esasa ew agahîyane heta niha gelek lêkolîn li ser jîyana li Almanya hatine weşandin. Agahiyên bêtir li ser wê lêkolînê û agahîyên bêtir liser projeyên lêkolînî liser JÎYAN LI ALMANYA li vir peyda bikin: www.leben-in-deutschland.info/m5

Daxwaza me bi we ra:

Hevpeyivînmedar di nava demeke kurt de li gel we pêwendîyê bigire û ji we bipirse ka hûn dix-wazin di ew rapirsîyê da beşdar bin an na. Paşê tê deme bête diyar kirin û liser cîh û zimanê tê biryarr bê girtin.

Rapirsî çawa pêk tê?

1. Hevpeyivînmedar wê agahîyên we yê şexsî di lîsteyekê da binivîse an serrast bike û paşê ji we bipirse ka hûn gel xizmê we hatine Almanya yê û gel we dijîn. Eger wisa be ew kes jî di lîsteyê de tê bêne nivîsandin.

2. Em ji we û hemû xizmên ku bi we ra dijîn û rojbûna wan sala 1999‘î û piştî wê ye, dixwazin ku beşdarî vê rapirsînê bibin.

3. Pirsevraq bi rewşa du zimanî hatîye amade kirin daku bikarin pirsan bi zimanê xwe bersiv bidin. Em zimanê Inglîzî, Erebî, Ûrd û Farisî, Peştî û Kurmancî pêşkêş dikin.

Armancên azwer ê lêkolîna JÎYAN LI ALMANYA yê tenê demekê pêk tê ku tevahîya xelk û malbatên hatî bijartin di wê da beşdar bin. Em beşdarîya we ya xwebexş di wê rapirsîyê da sipas dikin.

Spas

Hêj pisa we henin?

Hevalên me yên ku ji bo li hevhatinê demê gel we pêwendîyê digirin, amade ne ku bersiva pirsên we bidin.

seredana malpera me bike: www.leben-in-deutschland.info/m5

Yan jî hûn dikarin ji me re email bişînin: [email protected] Zimanê Almanî û Inglîzî: 089 - 5600 2182 (Dişemê heta Înê 10 heta 16, Xatûna Ernst)

Kesên berpirsyar:

Parastina Daneyan tam hatîye misoger kirin!

Daneyên we dê bi awayekî tam nehînî bêne parastin. Nav û navnîşan wê ji evraqn bersivên ra-pirsîyê bên veqatandin. Agahîyên deqîqtir ku di Belgeyên Parastina Daneyan ku tê hevpeyivînker pêşkêş we bike, hatine. Tu kes nikare ji ancamên îstatîstî bizane ka kê bersiv radest kirine. Ci têkilîya ev rapirsîyê ligel pêvajoya penaberîya we tune ye, û çi bandor li ser tune ye, heta piştî bi dawî hatina pêvajoya penaberiyê.

Profesor Dr. Yorgen ŞopBirêvebirê/a bingeha lêkolînî ya SOEP‘ê li DIW Berlin‘ê

Profesor Dr. Hêrbêrt BrokerBirêvebirê/a zanistî yê

IAB Nürnberg

Eksêl GêlmêzBirêvebirê/a bilind ê/a

SOEPKantar Public

Rênatê Laystnêr - RokaSerokê/a

BAMF-Forschungszentrum

Min li sser amora xwe elektronîkî Sken bike!


Recommended